Devlet Bahçelî: Divê êdî ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk bê

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku divê êdî mafê hêviyê were pêk anîn û bersiva gavên Rêber Abdullah Ocalan bê dayîn.

Devlet Bahçelî: Divê êdî ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk bê
3 sibat, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyên girîng dan.

Devlet Bahçelî diyar kir ku divê êdî bersiva Abdullah Ocalan û DEM Partiyê bê dayîn û di çarçoveya mafê hêviyê de Abdullah Ocalan azad bibe.

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de balkişand ser gavên Rêber Abdullah Ocalan avêtine û wiha axivî: “Heta ku Anatoliya bigihe aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, her du Ahmet jî vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.”

Serokê MHP`êî pirsa, “Serokê Damezirîner ê PKKê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî?” kir û bersiva, “Belê sekinî” da.

Bahçelî bi pirsên, “Rêxisti fesih kir û çek şewitandin?, Ev ferman ji hêla hemû pêkhateyên PKKê ve hate bicihanîn?” û bersivên, “Belê ev hemû pêk hatin” domand. Bahçelî banga avêtina gavên bibin bersiva biryarên Ocalan heta niha dayîn, kir.

Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku heta mafên mirovan û azadî bi temamî werin bicihkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.