Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şaneyên gule li karwanê hêzên hikumeta demkî barandibûn hatin girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê da zanîn ku dema karwanê hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ber bi Hesekê ve hatiye, şaneyên terorîst gule lê barandine û piştî mudaxeleye hêzên wan gelek gelek endamên wan şaneyan hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şaneyên gule li karwanê hêzên hikumeta demkî barandibûn hatin girtin
3 sibat, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Fermandariyê da zanîn ku dema karwanê hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ber bi Hesekê ve hatiye, şaneyên terorîst gule lê barandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dema ku hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, li gorî peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, erka xwe ya ewlekirina ketina hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyeyê bo bajarê Hesekê pêk dianî, karwan rastî gulebarana rasterast a şaneyên terorîst ên ku hewl dida ewlehiyê têk bibin û kaosê li herêmê biafirînin, hat.”

Fermandariyê diyar kir ku hêzên wan demildest tev geriyan da ku ewlehiya karwan misoger bikin û hate gotin: “Hêzên me hatin çalakkirin û şaneyên terorîst ên ku di êrişê de beşdar bûn, hatin şopandin. Di encama van operasyonan de gelek endamên van şaneyan hatin girtin û lêpirsîn berdewam dikin.”

Hate diyarkirin ku ji bo pêşîgirtina li her xetereyeke potansiyel a li ser sivîlan, hêzên wan qedexeya derketina derve ya demkî li ragihandiye da ku tevgera şaneyên terorîst sînordar bikin û rê li ber wan bigirin ku rewşê ji bo têkbirina ewlehiyê bi kar bînin û hate gotin: “Ev tedbîr bi rastbûn û pileya berpirsiyariyê ya bilind hatin bicihanîn, beşdarbûna mîsyonê bi serkeftî qediya, bêyî ku tu qurbanî yan birîndarên sivîl çêbin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di encama êriş û çalakiyên van şaneyan de, yek ji şervanên me dema ku erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê pêk dianî, birîndar bû û ew dermankirina pêwîst distîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê pabendbûna xwe ya berdewam ji bo pêkanîna erkên xwe bi tundî û berpirsyarî piştrast dikin û biryardariya xwe ji bo şopandina hemû kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê û ewlehiya gelê wê xerab bikin, piştrast dikin. Her wiha ew pabendbûna xwe bi peymanên îmzekirî û parastina aramî û ewlehiya giştî tekez dikin.”

ANHA