Li çola başûr a nêzîkî El Suxnayê li gundewarê Humsê teqîn pêk hatin

Li çola nêzîkî çola Humsê dengê teqînan hat û dengê balafiran hat bihîstin. Derbarê teqînan de ti agahiyên piştrastkirî nînin.

Li çola başûr a nêzîkî El Suxnayê li gundewarê Humsê teqîn pêk hatin
1 mijdar, 2026   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan ragihandin ku li deverên çola başûr a nêzîkî bajarê El Suxnayê li gundewarê Humsê dengê teqînan hat bihîstin û dengê balafirên şer li asmanan hat bihîstin. Dûman ji cihên ku teqîn lê çêbûn dihat dîtin.

Li gorî agahiyan, teqîn li bajarê El Suxnayê bi zelalî dihatin bihîstin. Her wiha hat gotin ku balafirên ku tê gumankirin ku yên Hevpeymaniya Navneteweyî ne, li herêmê êrişên hewayî pêk anîne.

(k)

ANHA