Xelkê Girkê Legê: Em fitneyê qebûl nakin

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku ew bi jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ve girêdayî ne û hewldanên derxistina fitneyê û provokasyonan qebûl nakin.

Xelkê Girkê Legê: Em fitneyê qebûl nakin
6 mijdar, 2026   06:25
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

Xelkê Girkê Legê diyar kir ku hin alî hewl didin li herêmê fitneyê derxin û provokasyonan bikin.

Esma Samî got: "Xelkê herêmê ev bûye bi salan bi hev re dijî. Hewldanên fitnê bandorê li ser têkiliya Kurd, Ereb û Suyaniyan nake. Dibe ku hin alî di nava tevgerê de ne û hewl didin ku fitnê derxin lê xelkê herêmê nayê vê lîstikê. Ew bi jiyana hevbeş ve girêdayî ne, zilmê qebûl nakin."

Şêrîn Emîn jî axivî û got: "Têkiliya xwişk û biratiyê ya di navbera Kurd û Ereban de kevn e. Bi hev re jiyan dikin. Hin alî hewl didin ku fitnê têxin di navbera Kurd û Ereban de. Em vê yekê qebûl nakin. Ez bang li xelkê herêmê dikim ku xwe ji fitnê biparêzin û li hemberî van hewldanan derkevin. Li herêmê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn û têkiliya wan xurt e. Ji me hemûyan tê xwestin em vê têkiliyê biparêzin."

Beraa Hişo diyar kir ku Kurd û Ereb bi salan bi hev re jiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nabe ku fitne bandorê li ser têkiliya civakî bike. Yekitiya civakê tenê bi axaftinê pêk nayê. Divê bi rêz nêzî hev bibin, têkiliya xwe biparêzin. Berpirsyarî ji me hemûyan tê xwestin ku em aramiya herêmê biparêzin. Ez daxwaz ji aliyên têkildar û hikûmetê dikim ku welatiyan biparêzin. Rê nedin fitnê û provokasyonan û kesên xirabiyê dikin wan ceza bike. Kurd û Ereb xelkê herêmê ne û ji mafê her kesî ye ku bi rûmet û ewle bijî."

(np)

ANHA