Xwendekarek jin Li Zaningeha Azad ya Îranê rastî êrîşê hat

Li zaningeha Azad ya Îranê 9’ê Mijdarê xwendekarek jin bi hinceta ku li gor qanuna hicabê tevnegeriyaye ji aliyê hêzên ewlekariya zaningehê ve rastî êrîşê hatî ye.

Xwendekarek jin Li Zaningeha Azad ya Îranê rastî êrîşê hat
11 mijdar, 2023   12:24
NAVENDA NUÇEYAN

Kanala Xwendekarên Pêşverû ragihand ku di 9’ê Mijdarê de xwendekarek jin li zanîngeha Azad ya paytexta Îran Tehranê bi hinceta ku qanûna hicabê pêk neaniyê ji aliyê hezên ewlekariya zanîngehê ve rastî êrîşê hatiye. 

Kanalê li ser Telegramê teqez kir ku hêzên ewlekariyê dema xwendekara jin dehf dane xwendekar ser hişê xwe çûye û bêyî ku tu zanyariyek derbarê tendirustiya wê de hebe rakirin nexweşxaneyê.