Kêmbûna ava çemê Firatê bandor li kehrebeyê dike

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kehrebe tenê 7 saetan li Kobanê û gundên derdora wê heye. Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantonê ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê, 9 projeyên derxistina kehrebeyê ji plansaziya 2023`yan bi dawî kirin.

Kêmbûna ava çemê Firatê bandor li kehrebeyê dike
11 mijdar, 2023   11:47
KOBANÊ

Hevseroka Gerînendetiya Kerhebeyê ya kantona Kobanê Dilxwaz Şêx Nebî got: “Ji zêdetirî 2 salan ve, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê qut dike. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li derxistina kehrebeyê dike. Bi kêmbûna avê re saetên derxistina kehrebeyê ji bendavan jî kêm bûye.”

Rojê ji saet 5`ê êvarê heta 12`ê şevê kehrebe li bajarê Kobanê heye. Her wiha li gundan jî ji saet 5`ê êvarê heta 11`ê şevê heye.

Ruxmî ku saetên dayîna kehrebeyê kêm bûne lê belê Gerînendetiya Kehrebeyê, bi armanca pêşxistina tora kehrebeyê projeyan li dar dixe.

Dilxwaz Şêx Nebî diyar kir ku gerînendetiyê heta niha 9 proje: 4 jê ji bo firehkirina torên kehrebeyê, 5 ji bo sivikkirina bar li ser veguhêzên gundên Eyn El Bat, Qasimiye, Kolmet, Taşlûk pêk anîne.

Kantona Kobanê kehrebe ji bendavên Rojava (Tişrîn), Firat û Azadî yên li ser çemê Firatê digire.

Ji ber berdewamkirina qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, Rêveberiya Giştî ya Bendavan, bi koordîneya Desteya Enerjiye ya Rêveberiya Xweser bernameyên bikaranîna kehrebeyê li gorî asta herî nizm danîn.

Tirkiye lihevkirina di navbera wê, Sûriyeyê de ya sala 1987`an binpê dike ku divê li gor wê, Tirkiye di her saniyekê de 500 metrekab av ber bi Sûriyeyê ve berde.

Di encamê de ava golên li paş bendavan heta rêjeya ji sedî 85 kêm bûye.

Dixwaz Şêx Nebî got pêwîst e xelkê herêmê kehrebeyê baş bi kar bînin û bar li ser torê giran nekin.

Li gel vê pirsgirêkê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya wê hene. Di 20`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin, di encamê de zirar li tora kehrebeyê hatin û veguhêza El Şiyûx û tora gundê Seftik a kehrebe dida 20 gundan ji xizmetê derketin.

Werşeyên sererastkirinê yên Gerînendetiya Kehrebeyê, tevî hedefgirtina werşeyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, di demeke kurt de zirarên çêbûne sererast kirin.

(şx)

ANHA