`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpêka azadiya gelan û bidawîbûna serdema zulmê ye`

Bi sedan şêniyên Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û destnîşan kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dê bibe destpêka rizgarkirina gelan û bidawîbûna serdema zordestiyê û zulmê.

11 mijdar, 2023   13:11
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê di çarçoveya pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî”de, meşek li dar xist û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di meşê de ku ji taxa yekemîn a bajêr dest pêkiriye, beşên civaka bajêr tev da, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê partî, tevgerên jinan û ciwanan hazir bûn.

Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Nûr El Hefnî got: “Sal bi sal, derewên civata navneteweyî ya ku dibêje ew bi rêgezên demokratîk, azadiyê û parastina mafên mirovan ve girêdayî ye, aşkera dibin. Gelo li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, çima bêdeng in?”

Nûr wiha domand: “Her kes derewên dewleta Tirk a dagirker nas dikin. Bi piranî, tikriye dikare rastiya xwe û timanêyên xwe yên ku Rêber Apo hewl dida bi têkoşîna xwe wan aşkera bike, veşêre. Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku gelê wî bigihêje azadiya xwe, tê kokşiya, rê li pêşiya gelên din jî vekir ji bo ku heman rêyê bişopînin û ji zulma pergalên çewisandî xilas bibin.”

Nûr diyar kir ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên şoreşger dest pê kir, bi ser ket û veguherî bûyereke cîhanî ku gihaştin wê baweriyê tenê bi şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan, aştî dê pêk were.

Meclisê di çalakiyê de, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana wê li hember êrişên hovane yên delweta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û Rêber Abdullah Ocalan, berdewam e.

Her wiha meclisê bang li civata mirovî û azadîxwazan kir ku li gor erkên xwe yên exlaqî û siyasî kar bikin, piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan bikin, tev li pêngava cîhanê bibin ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe destpêka rizgarkirina gelan û bidawîbûna serdema zordest û zulmê.

(şx)

ANHA