Xwendekar ji pêvajoya pêkanîna ezmûnan razî ne

Xwendekarên ku ezmûnên refa 12’an pêşkêş dikin, diyar kir ku heta niha ew ji pirsên ku tên razî ne û baş dibînin. Xwendekaran girêdana xwe ya bi xwendina bi zimanê dayîkê yê Kurdî anî ziman û da zanîn ku ew ji bilî zimanê xwe yê dayîkê tu zimanên din ji bo fêrbûnê qebûl nakin.

Xwendekar ji pêvajoya pêkanîna ezmûnan razî ne
18 hezîran, 2026   16:31
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Xwendekarên refa 12’an ên serbest ên ku li Qamişloyê ezmûnên xwe yên materyalên Rêveberiya Xweser bi zimanê xwe yê dayîkê pêşkêş dikin, der barê rêveçûyîna ezmûnan, pirs û girêdana wan a bi fêrbûna bi zimanê wan ê Kurdî yê dayîkê ji ajansa me re axivîn.

Rosîn Îbrahîm diyar kir ku pirsên ku ji bo wan tên pêşkêşkirin li gorî dilê wan in û got: “Yên ku baş xwendibin, bersiva pirsan bi hêsanî didin.”

Rêvîn Silêman jî da zanîn ku ew ji ezmûna destpêkê heta niha bi awayeke baş bersiva pirsên ku hatibûn dan, pirsên ku ji hêla Desteya Perwerde û Fêrkirinê hatine amadekar bi wan re dibin alîkar.

Aras Şema destnîşan kir ku ew heta niha pirsên ku tên xweş û ne zêde zehmet dibînin. Aras Şema girêdana xwe ya bi zimanê dayîkê anî ziman û got: “Çi qasî mirov zimanê xwe yê Kurdî bikarbîne, ew qasî ji bo civaka Kurd bandoriyeke baş tîne.”

Hisên Tahir jî diyar kir ku pirsên ku tên xweş û baş in, lê hinek ji wan hepkî zehmet in. Ji destpêkê ve zimanê Kurdî dixwîne û pê serbilind e.

Hisên Tahir got: “Ez heta dawiyê dest ji xwendina bi zimanê Kurdî bernadim.”

(fr)

ANHA