Şewatê gundên Sebahiyê û Esediyê derbas kir

Şewata ku baregehên dewleta Tirk ên li gundewarê Zirganê pêxistiye gundên Sebahiyê û Esediyê derbas kir. Metirsiyên şêniyan ji berfirehbûna rûbera şewatan li ser rêya di navbera bajarên Zirgan û Til Temirê de zêde dibin.

Şewatê gundên Sebahiyê û Esediyê derbas kir
18 hezîran, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata ku baregehên dewleta Tirk ên li gundewarê bajarê Zirganê pêxistiye dewam dike. Şênî metirsîdar in ku rêya sereke ya di navbera Zirgan û Til Temirê de were qutkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, şewat gundên Sebahiyê û Esediyê derbas kir. Yê ku dihêle zû şewat belav bibe hewaya lez û dermahiya zêde ye.

Tîmên agirkujiyê yên li bajarên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir û Hesekê û şêniyan hewl didin şewatê kontrol bikin, nehêlin bigihîne herêmên din.

(fr)

ANHA