Xwendekar ji bo piştgiriya berxwedana Tişrînê meşiyan

Xwenkarên li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên bajarê Helebê, bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Bendava Tişrînê ku ev 51 rojin didome, nîşan dan.

27 sibat, 2025   16:03
HELEB

Tevgera Xwendevanên Welatparêz a Sûriyeyê ji bo piştgiriya berxwedana Tişrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê domandin, meşek lidar xist. 

Meş ji pêşiya Hola El-Cezîre ya taxa Eşrefiyê destpê kir û heta Navenda Tevgera Xwendekaran dom kir. Di meşê de dirûşmeyên, "Em ji mirinê mezintir in", "Bijî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk" hatin berzkirin û wêneyên şehîdên Bendava Tişrînê hatin hildan.

Piştî meşê endamên tevgera ciwanan Şoreş Mihemed û Ferîde Elî bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tundî hatin şermezarkirin û şehîdên berxwedanê hatin bibîranîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê heta dawiyê piştgiriya berxwedanê bê kirin û banga yekîtî û piştevaniyê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk” bi dawî bû.