Şandeya Îmrali bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo' hat pêşwazîkirin

Şandeya DEM Partî ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di vegerê de bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.

Şandeya Îmrali bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo' hat pêşwazîkirin
27 sibat, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN  

Şandeya DEM Partiyê li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullaha Ocalan re hevdîtina sêyemîn pêk anî. Endamên şandeyê Ahmet Turk, Pervînn Buldan, Sırrı Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtinê vegeriyan bajarê Stenbolê. 

Şande piştre jî derbasî Otêla Elit World ku dê civîna çapemeniyê lê were dayîn. Şande li pêşiya otêlê ji aliyê girseyek qelebalix ve bi dirûşmeya, "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.