Di komcivîna li Reqayê de peyamên nûnerên Rêveberiya Xweser, YPG û QSD’ê

Di axaftinên nûnerên YPG, QSD û Rêveberiya Xweser ên di komcivîna li Reqayê de, hate diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyeya nû ya li ser esasê edalet û demokrasiyê, divê her kes beşdarî proseya siyasî bibe. Her wiha Rêveberiya Xweser wek modela herî guncaw a Sûriyeyê destnîşan kirin.

Di komcivîna li Reqayê de peyamên nûnerên Rêveberiya Xweser, YPG û QSD’ê
27 sibat, 2025   16:04
REQA

Li Reqayê komcivîna "Ber bi Sûriyeya pirreng a demokratîk ve" ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hatiye organîzekirin, dewam dike.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya dîmenekî qeydkirî peyamek ji komcivînê re şand.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku Sûriye piştî 60 salên serdestiya partiya Baasê li pêşiya derfeteke dîrokî ye ku siberoja xwe ava bike.

MEZLÛM EBDÎ: XWESTEKA SÛRIYEYIYAN EW E KU BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBIN Û BI SER BIXIN

Mezlûm Ebdî bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo serketina vê pêvajoyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ebdî îşaret pê kir rûxandina rejîma Baasê ji ber sedemên naxweyî bû û got dûrketina ji ber ezmûnên berê yên binkeftî, diyalog û beşdariya tevahî aliyan di proseya siyasî de hewce dike.

Ebdî bal kişand ser arîşeyên hundirîn û derve yên li pêşberî Sûriyeyê û got: "Xwestekeke rasteqîn a sûriyeyiyan heye ku beşdarî proseya rasteqîn bibin û bi ser bixin."

Ebdî diyar kir ku ew diyalog û xebata hevbeş a bi hemû gelê Sûriyeyê re, bi pîvanên nîştimanî yên girêdayî yekitiya xaka Sûriyeyê û yekitiya saziyên dewletê yên sivîl û leşkerî, girêdayî çarçoveya pergaleke nenavendî ne.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku divê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin rawestanin û bang li desthilata Şamê kir ku di vê çarçoveyê de erkên xwe bi cih bîne.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bang li tevahî nûnerên pêkhateyên herêmê, rewşenbîr, oldar, jin û ciwanan kir ku beşdarî diyaloga nîştimanî bibin da ku di proseya siyasî de lihevkirinek çêbe.

NÛRÎ MEHMÛD: KONGREYA LI ŞAMÊ HÊVIYÊN GELÊ SÛRIYEYÊ PÊK NEANÎN

Ji fermandarên YPG’ê Nûrî Mehmûd jî di komcivînê de axivî û diyar kir ku desthilata Şamê bi tenê desthilatdariyê dike û ev rewş feydeyê nade Sûriye û siberoja wê.

Nûrî Mehmûd îşaret bi "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" kir ku berî çend rojan li Şamê hatibû lidarxistin û got: "Kongreyê hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih neanî, ji ber ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên ku li hemberî terorê û destwerdanên derve şehîd dane, nehatin beşdarkirin."

Nûrî Mehmûd anî ziman ku kongreyê ezmûna siyasî û îdarî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavan negirt û got: "Pêkhateyên herêmê modeleke alternatîfa pergala navendî ya despotîzmê ya bi dehan salan li welat hikum kir, bi pêş xist."

Mehmûd da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya gelê Sûriyeyê dixwaze û hêzên leşkerî yên li herêmên Rêveberiya Xweser beşeke wî gelê ne.

EVÎN SIWÊD: PÊDIVIYA ME HEMÛYAN BI HEVDÎTIN Û NÎQAŞÊN BERFIREH HEYE

Di komcivînê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî komcivîn wek derfeteke ji bo analîzkirina rewşa ku herêmê tê re derbas dibe nirxand û got: "Ev komcivîn derfeteke bi nirx e ku em tê de rewşê binirxînin. Pêdiviya me hemûyan bi hevdîtin û nîqaşên berfireh heye da ku em xetereyên li pêşberî xwe nas bikin û çareseriyan jê re bibînin."

Evîn Siwêd wiha domand: "Gelê Sûriyeyê ji ber siyaseta yek partî û ji sîstema navendî ku îradeya gelê Sûriyeyê winda kir, ew biçûk xist û ji rêveberiya welatê wan dûr xist, êş kişand. Hin ji wan hatin sirgûnkirin û hinên din jî li welatê xwe biyanî û devê wan girtî bûn. Kesên ku dengê xwe bilind kir jî rastî çewisandin û windakirinê hatin. Desthilata Baasê destê xwe li stûyê hemû gelê Sûriyê teng kir, dewlemendiya dîrokî, çandî, etnîki û mezhebî ya Sûriyeyê paşguh kir û bi vî awayî di nava rejîma Sûriyeyê de nîjadperestî û şofvenîstî li ser bingeha nefretê di nava gelê Sûriyeyê de çêkir."

Evîn Siwêd îşaret bi ezmûna pêkhateyên Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û diyar kir ku pêkhateyên herêmê; Ereb, Kurd, Suryan, Asur û hwd ji bo parastina serdestiya Sûriyeyê û yekitiya welat bi hev re kar kir û ji bo rizgarkirina bajar û gundên xwe ji terorê, tê koşiyan.

Evîn Siwêd da zanîn ku pêkhateyên herêmê ji bo rêvebirina xwe di sala 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kir ku nûnertiya tevahî pêkhate, partî û etnîkan dike.

Evîn Siwêd bal kişand ser siyasetên înkar û paşguhkirin, navendîbûn û yek partî ku rejîma Baasê dimeşandin û diyar kir ku bi rûxandina rejîma Baasê re hêviyên gelan ên demokrasî û jiyaneke birûmet zindî bûn.

Komcivîn didome.

(bb)

ANHA