Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya

Şêx Murşîd Xiznewî got li hember fitneyê û şerê taybet ê li dijî herêmê yekitî pêwîst e û di heman demê de ji encamên fitneyê ku dijminên gelê Sûriyeyê hewl didin belav bikin hişyarî da.

Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya
Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya
Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya
Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya
Xiznewî bi rûspî û oldarên Reqa û Tebqayê re civiya
7 ÇILE, 2025   15:14
REQA

Şêx Murşîd Meşûq Xiznewî li Mizgefta Mune ya li başûrê Reqayê bi oldar û rûspiyên kantona Reqayê re civiya.

Mela, olderên kantona Reqa û Tebqayê, endamên saziyên olî yên her du kantonan û endamên Meclisa Al El Beyt di civînê de hazir bûn.

Xiznewî bi hûrgulî behsa pergala rejîma Esed a 45 salan kir û ketina vê rejîmê li her kesî pîroz kir.

Xiznewî ji belavbûna tevliheviyê û fitneyê hişyar da û got divê tevahî pêkhateyên herêmê cihê xwe di rêveberiyê û desthilatê de bigirin û dawiya her pergaleke yekalî binkeftin e.

Xiznewî bang li oldar û melayan kir ku di nava civakê de hişmendiya rast belav bikin, xwedî li Rêveberiya Xweser û QSD`ê derkevin û diyar kir ku encamên fitneyê gelek xirab in û divê her kes bi kûrahî li siberoja welêt bifikire.

(şx)

ANHA