Şêniyên Dêrikê û Amûdê piştgirî da QSD`ê

Şêniyên bajarên Dêrik, Amûdê û gundên her du bajaran derketin meşê û piştgiriya QSD`ê kir û got ji bo derbaskirina vê pêvajoya çarenûsî divê pêkhateyên herêmê bibin yek.

7 ÇILE, 2025   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê, gundên Berav û Koçeratê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li Aada Azadî ya bajêr kom bûn û meşiyan. 

Girseyê pankartên "Bijî berxwedana gelê Nisêbînê" û alên QSD, Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ) hildan.

Şênî li kolanên sereke yên bajêr meşiyan û li bazarê navendî ya bajêr rawestiyan.

Li wir endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Dêrikê Merwan Mihemed axivî û got ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, divê pêkhateyên herêmê xwedî li QSD`ê derkevin. Her wiha banga yekitiya gelê Kurd û pêkhateyan kir.

Di dawiya meşê de girseyê sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin.

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya QSD`ê û berxwedana şêniyên Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê ya ji bo şêniyên herêmê, silav bikin, meşiyan.

Di meşê de alên QSD, YPJ`ê û pankartên "Em berxwedana gelê me yê Nisêbînê silav dikin" hildan.

Girse ji Qada Jina Azad heta qada Şehîd Cîhad meşiya û sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

Li Qada Şehîd Cîhad meş rawestiya. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman Şêxî axivî û teqezî bi girîngiya berxwedana QSD`ê û YPJ`ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Bi navê tevgerên jinan Şîrîn Ferho axivî û got jin şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Şîrînê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên têkoşer dike hedef mîna şehîd Cîhan a ku rastiya dagirkeriyê radigihand.

(şx)

ANHA

AMÛDÊ 

DÊRIK