Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne

Malbatên şehîdên bajarê Til Temirê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin anî ziman û got “Em bi hemû hêza xwe heta serkeftinê bi we re ne.”

Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
Malbatên şehîdan ji bo QSD`ê: Heta serkeftinê em bi we re ne
7 ÇILE, 2025   15:18
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temrê yê kantona Cizîrê, der barê geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, civîneke taybet ji malbatên şehîdan re li dar xist.

Civîn li salona civînan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi amadebûna bi dehan kur û keçên şehîdan û malbatên wan hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî El Seyîd axivî û behsa fedakariya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin û berxwedana wan li dijî êrikşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê kir.

Hêvî tekez kir ku berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin li pira Qereçozagê û bendava Tişrînê destaneke qehremanî ye ku divê hemû gelê herêmê pê serbilind bin.

Di dawiya civînê de beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên anîn ziman.

Di heman çarçoveyê de îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Tel Temrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li baxçeyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tel Temrê, bi amadebûna bav û dayikên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl, ji aliyê hevseroka meclîsê Çinar Salih Yûsif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk nîşan dan û dan zanîn ku piştgiriya wan ne tenê gotin e, lê belê piştgiriyeke rasteqîne ye ku li kêleka hêzên li eniyên şer rawestin. Di daxuyaniyê de hate gotin: Em bi hemû hêza xwe heta serkeftinê bi we re ne. "

(k)