Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir

Xiristyanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin (Îna Êşan) pîroz kir.

Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
Xiristyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îna Mezin pîroz kir
18 nîsan, 2025   21:45
QAMIŞLO

Îna Mezin (Îna Êşan) an jî Îna Xemgîn rojeke ayînî ya naskirî di nav Xiristyanan de ye.

Di vê rojê de xaçkirina hezretî Îsa tê bibîranîn û ew weke beşekê ji Cejna Qiyametê ku îna berî wê tê bibîranîn, tê naskirin.

Di vê rojê de jî Xiristyan mûm li kolan û belkonên malan vêdixin.

Girêdayî wê, qumaşeke reş a mezin ku li ser gotinên ayînî yên Mesîhî hatiye nivîsandin, li taxa Wista ya bajarê Qamişloyê hat daliqandn.

Nûçegihanê me hin dîmen ji merasîmên vê rojê ji Qamişloyê girtin.

(mh)