Festîvala Huner û Wêjeya Jinê hunerên destan zindî dike

10`mîn Festîvala Wêje û Hunerê  Jinê bi diruşmeya “Bi Deng û Rengê Jinê Hunera Azad” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo di roja duyemîn de çalakiyên xwe berdewam kir.

18 nîsan, 2025   21:24
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê  bi hevkariya Tevgera Hilala Zêrîn dehemîn Festîvala Huner û Wêjeya Jinê lidar xist. Di roja duyemîn ya Festîvalê de gelek kes beşdarî çalakiyan bûn.

Jin bi du şêweyên hunerî beşdarî festîvalê bûn, beşa yekem beşê tabloyên şêwekarî ye ku  30 hunermendên jin bi 45 tabloyên şêwekarî beşdar bûn. Beşda duyem a hunerên destan e ku 23 rêxistin û komên jinan ên ji pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

Şêniyên ku serdana fistîvalê kirin li beşan geriyan û berhem kirîn.

Di çalakiyên roja duyemîn de hunermend Sumeya Mihemed stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha koma Şehîd Azad ya Êzîdxanê dîlanên kurdî pêşkêş kirin.

10`emîn Festivala Wêje û Hunera Jinê ku di 17’ê Nîsanê de dest pê kir, sibe 19’ê Nîsana 2025’an bi xelatkirina kesên ku di pêşbirkên festîvanlê de bi ser ketine û çalakiyên hunerî û wêjeyî bi dawî bibe.

(k)