Salvegera 20'emîn a damezirandina KJK'ê bi ruhê azadî û wekheviyê hat pîrozkirin
Di salvegera 20'emîn a damezirandina KJK'ê de Kongra Star rêzeçalakiyên girseyî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Di şahiyan de jin û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Kongra Star bi boneya salvegera 20'emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) şahî û rêzeçalakî li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.
Li Hesekê şahiyeke gelêrî li qada Serdem hat lidarxistin û tê de beşdaran govend di ber stranên folklorî re gerandin.
Li Amûdê şahî li qada Navenda Çand û Hunerê li dar ket û tê de endama Kongra Star Mera Zoro li ser têkoşîna jinên Kurdistanê û rola Rêber Abdullah Ocalan di misogerkirina mafên jinan de axivî û banga bilindkirina asta berxwedanê li hemberî hişmendiya zilam kir.
Li Girkê Legê û Rimêlanê şahî li yarîgeha girtî li dar ket. Tê de endama Kongra Star Zozan Elî got ku KJK'ê ne tenê rêxistinek e, her wiha ew ruhekî şoreşgerî ya jinan temsîl dike Zozan Elî soza domandina têkoşînê da.
Li Tirbespiyê çalakiya çandina daran li parka Akademiya Şehîd Yekta Herekol li dar ket. Hevseroka Şaredariya Gel a bajêr Fehîme Temo banga bilindkirina asta têkoşîna jinan û domandina xebata ber bi azadî û edaletê ve, kir.
Li bajarê Dêrikê şahî li parka Dîcle li dar ket. Rêvebera Kongra Star Wefa Elî diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd, jin ji hişmendiya kapîtalîzm û zayendperestiyê rizgar kirin û îsbat kir ku jin dikarin di hemû qadan de pêşengtiyê bikin.
Di hemû çalakiyan de silogana "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin bilindkirin .
(mh)
GIRKê LEGê
AMUDê
TIRBE SIPIYE
HESEKê
DêRIK