Xeza, Hurmuz û Serê kaniyê di rojeva medyaya Erebî de bû

Mijarên Xezayê, Îran û Tengava Hurmuz îro di medyaya Erebî de bi berfirehî hatin weşandin, di heman demê de pêşketinên li Sûriyeyê, vegera koçberên Serê Kaniyê û rageşiyên li Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê jî di rojevê de bûn.

Xeza, Hurmuz û Serê kaniyê di rojeva medyaya Erebî de bû
11 tebax, 2026   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di gotar û raporên ku îro ji hêla dezgehên medyaya Erebî ve hatine weşandin de mijarên Xezayê, Îranê û pêşketinên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

XEZA: JI ŞER BER BI "ROJA PIŞTÎ" VE

Mijara Xezayê di rojeva medyaya Erebî de bû, ku bal hat kişandin ser plana agirbestê, çarenûsa çekên Hamasê, vekişîna Îsraîlê û rêziknameyên ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê û ji nû ve avakirinê.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Şerq El Ewset ragihand ku Hamas di derbarê pêkanîna erkên xwe yên di bin qonaxa duyemîn a planê de ji hêla Îsraîlê ve gerantî wergirtiye, di heman demê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beşên sereke yên planê red bike.

ÎRAN Û HORMUZ: JI KRÎZA DERYAVANIYÊ BER BI ÇARESERIYÊ VE

Pirsgirêka Îranê û Tengava Hormuz di analîzên medyaya Erebî de cihekî girîng girtiye. Medyayê bal kişand li ser aliyên siyasî û stratejîk ên tengavê wekî hêmanekî danûstandinê di navbera Tehran û Washingtonê de.

El Şerq El Ewleset di analîzek bi sernavê "Îran û Qumara Hormuz: Ji Derfetek ji bo Çareseriyê ber bi Xetera Tecrîdê" de, bal kişand ser xetereyên karanîna tengavê wekî taktîkek zextê di danûstandinan de.

Analîzek din jî behsa "Gelo Trump dê karibe li dijî Îranê zextê bike?" û da zanîn ku Amerîkayê xwe dispêre zexta li ser Tehranê ji bo danûstandinan.

SÛRIYEYÊ: SERÊ KANIYÊ, HESEKÊ, QAMIŞLO Û KOBANÊ

Piştî vegera kesên koçber bo Serê Kaniyê û aloziyên ku çêbûn, her weha xwepêşandan û pêşketinên ewlehiyê li deverên Kurdî, pirsgirêka Sûriyeyê di gelek dezgehên medyaya Ereban de bi awayekî berbiçav cih girtiye.

Independent Arabia behsa vegera koçberan bo Serê Kaniyê kir û destnîşan kir ku berî ku pêvajo piştî êrişên li ser koma yekem were rawestandin, nêzîkî 2 hezar û 500 kes vegeriyabûn. Vê yekê mesele ji mijareke mirovî ya vegerê ber bi mijareke siyasî û ewlehiyê ya tevlihevtir ve guhert.

El Şerq El Ewset ji aliyekî cuda ve nêzî pêşketinên Sûriyeyê bû, bal kişand ser pêvajoya entegrasyona leşkerî û raporek li ser komeke nû ya endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weşand û da zanîn ku komê dest bi dewreyeke perwerdeyê kiriye ji bo tevlîbûna artêşa Sûriyeyê.

El Nehar di bin sernavê "Ewlehî Piştî Şeveke Germ Vedigere Kobaniyê li Bakurê Sûriyeyê... û Qedexeya Derketinê Hat Rakirin" de, bal kişand ser pêşketinên ewlehiyê yên li Kobaniyê û vê yekê bi xwepêşandanên li Hesekê û Qamişlo ve girêda, bêyî ku behsa êrişên li dijî kesên ku vedigerin Serê Kaniyê bike.

(k)

ANHA