Li Îtalyayê panela li ser 'pêvajoya aştiyê'

Li bajarê Brescia yê Îtalyayê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk panelek hate lidarxistin.

Li Îtalyayê panela li ser 'pêvajoya aştiyê'
11 tebax, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya radyoyê ya serbixwe Radio Onda d'Urto ku navenda wê li Bresciayê ye, ji bo piştigriya ji bo karên xwe ji sala 1992'an û vir ve her sal festîvaleke muzîk, çand û nîqaşên siyasî lidar dixe. Radyoyê di bernameya xwe ya îsal a festîvalê de cih da pirsgirêka gelê Kurd, çand û têkoşîna wan. Di çarçoveya çalakiyên îsal de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê xist rojeva xwe.

BALÛKEN: TEVGERA KURD ZÊDEYÎ 30 SAL IN LI ÇARESERIYEKE AŞTIYANE DIGERE

Parlamenterê berê yê HDP'ê Îdrîs Balûken beşdarî panela li festîvalê bû û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Apo zêdeyî 30 sal in di çarçoveya paradîgmaya aştiyê de li çareseriyeke siyasî û demokratîk digerin.

Balûken diyar kir ku tevgera azadiyê gelek caran ji raya giştî ya cîhanê re eşkere kir ku eger muxatab bibîne ew amade ye dest ji têkoşîna çekdarî berde, derbasî têkoşîna siyasî demokratîk bibe û got, "Weke siyasetmedarekî ku dema wekîl bûm hem li Îmraliyê hem jî li Qendîlê beşdarî gelek civînên bi Birêz Ocalan, KCK û Konseya Rêveber a PKK'ê bûm, dikarim bi hêsanî bibêjim ku nuqteya ku ew niha lê ne, nuqteya beriya 30 salan e."

Balûken ragihand ku tevgera Kurd ne tenê bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibe, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk modeleke nû ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn daniye holê.

CEREN ÛYSAL: AŞTÎ DI HEMAN DEMÊ DE BERPIRSYARÎ YE

Şerîfe Ceren Ûysal jî di axaftina xwe de ya bi sernavê "Aştî berpirsyarî ye" anî ziman ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, tê wateya demokrasî, wekhevî û edaletê.

Ceren Ûysal ragihand ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo xwedî naveroka xurtkirina siyasetê û civaka demokratîk e û destnîşan kir ku rexnekirina kêmasiyan û piştgiriya ji bo hewldanên aştiyê li dijî hev nîne.

Ceren Ûysal got, "Dikare bê gotin ku pêvajoya heyî kêm e, lê di heman demê de em dikarin qebûl bikin ku gavên hatin avêtin girîng e. Dema ku em daxwaza hîn bêhtir dikin, em ne mecbûr in ku bixwazin îhtimala aştiyê ji holê bê rakirin."

Ceren Ûysal got, "Aştî ne xelatek e ku hemû pirsgirêkên siyasî lê hatine çareserkirin. Aştî ew merc e ku derfetê çareserkirina pirsgirêkan dide. Piştgiriya ji bo îhtimala aştiyê qenciyek nîne, berpirsyariyek e."

KOYÛNCÛ: PÊWÎSTIYA HER BEŞÊN CIVAKÊ BI AŞTIYÊ HEYE

Hunermend Rosîda Koyûncû jî destnîşan kir ku ne tenê aliyên şer lê hemû beşên civakê pêwîstiya xwe bi aştiyê heye. Koyûncû bal kişand ser girîngiya civakîkirina pêvajoya aştiyê û got, divê nasnameyên cuda û derdorên civakî beşdarî pêvajoyê bibin.

Ji Navenda Enformasyona Kurd a Îtalyayê Serkan Hozatli jî destnÎşan kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê civaka demokratîk bê avakirin.​