Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên PYDʹê

Di kongreya 10ʹemîn a PYDʹê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên PYDʹê hatin hilbijartin.

Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên PYDʹê
Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên PYDʹê
Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên PYDʹê
22 îlon, 2024   21:09
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 10ʹemîn di roja duyemîn de li Hesekê bi diruşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîkʹ dewam dike. Di kongreyê de 700 delege beşdar in.

Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.

Dê kongre bi hilbijartina 90 endaman bo Meclisa Giştî ya PYDʹê bi dawî be.

(fr)

ANHA