Li Dêrikê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konsert

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Kantona Cizîrê li bajarê Dêrikê konsertek li dar xist.

Li Dêrikê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konsert
Li Dêrikê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konsert
Li Dêrikê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konsert
Li Dêrikê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konsert
22 îlon, 2024   22:44
DÊRIK

Bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîl li Parka Dicle ya bajarê Dêrikê konsertek organîze kir. Di konsertê de bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn.

Destpêkê hunermenda Sîpan Xelat li ser sedemên pêkanîna pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Rejîmên desthilat ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, ji lew re vê pergalê pêk tînin."

Sîpan Xelat wiha domand: "Em ê her gelên rizgarbûyî bimînin û bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bin. Em di oxira azadiya wî ya fîzîkî de têkoşînê dewam bikin."

Piştre koma Tolhildan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

(mh)

ANHA