Gefên dualî yên Îsraîl û Hizbullah didomin

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku artêşa wî armanc dike Hizbullah ji sînor bi dûr bixe û lawaz bike. Her wiha cîgirê sekreterê giştî yê Hibullah a Lubnanê Neîm Qasim ragihand ku Hizbullah di şerê xwe yê li dijî Îsraîlê de derbasî qonaxeke nû bû û got: "Ev cenga hesabê vekirî ye."

Gefên dualî yên Îsraîl û Hizbullah didomin
22 îlon, 2024   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî gurbûna şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de, serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku ev şer li dijî Îranê ye û got: "Armanca me dûrxistina Hizbullah ji sînor û lewazkirina wê ye."

Girêdayî wê, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim ragihand ku Hizbullah di şerê xwe yê li dijî Îsraîlê de derbasî qonaxeke nû bû û got: "Ev cenga hesabê vekirî ye."

Ev daxuyanî, hemwextî veşartina fermandarekî mezin ê Hizbullah ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin, pêk hatin.

Serokwezîrê Îsraîlê jî piştî ku bi sed hezaran Îsraîliyan ji ber mûşekên Hizbullah ber bi wargehan ve reviyan, ew daxuyanî da.

Li hemberî gefxwarinên herdu aliyan, metirsiya gurbûna şer û berfirehbûna wî zêde dibe.

(mh)