Xelkê Til Hemîsê salvegera 10’an a rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê salvegera 10’an a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û rola YPJ’ê û têkoşîna lehengî silav kir.

27 sibat, 2025   16:33
QAMIŞLO

Îro salvegera 10’an a rizgarkiirna bajarê Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ’ê ye, bi vê boneyê xelkê bajêr şahiyek li dar xist.

Bi dehan xelkê bajarê Til Hemîsê û gundewarê wî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ku tê de rêveberê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê Telat Yûnis, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a kantona Cizîrê Hikmet El Hebîb pêk hat, her wiha rûspiyên eşîran li qada mesrefa çandiniyê ya bajêr kom bûn.

Di pîrozbahiyê de rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Seîd El Seyid axivî û salvegera rizgarkirian bajêr li gelê bajêr pîroz kir.

Dûre hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Hikmet El Hebîb axivî û diyar kir ku gelê Til Hemîsê ji destê rêxistinên terorîst ên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker zulm û zordarî kişandin.

Nûnerê şêxên Eşîrên Ereb ên Til Hemîsê Hisên El Sada axivî û got dîrokê lehengiyên YPG û YPJ’ê ku di oxira parastina gel û rizgarkirina bajaran de dane, nivîsandin.

Her wiha fermandarê QSD’ê yê Til Hemîsê Salar Elî jî got serkeftinê li ser erkê pêk hatiye cîhan şoq kir.

Elî wiha got: "Vê serkeftinê îsbat kir ku hêz û berxwedana YPG û YPJ’ê xurt e."

Her wiha rêvebera Kongreya Star a bajêr Mawiya El Hedîd jî axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û diyar kir ku têkoşîna wan bû sedema sereke ya rizgarkirina ji hovîtiya rêxistinên terorîst.

Piştre koma Til Koçer a şanoyê û koma Til Birakê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

Çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Cotmeha 2013’yan de bajarê Til Hemîsê kontrol kiribû û piştre bi fedakariya şervanên YPG û YPJ’ê û şêniyên wî hat rizgarkirin.

(fr)