Di çalakiyên li Hesekê û Qamişloyê de siyasetên dûrxistinê hatin şermezarkirin

Gel û saziyên jinan ên kantona Cizîrê siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê ku desthilata Şamê dimeşîne, şermezar kirin û diyar kirin ku "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ya ku beriya çend roja li Şamê hatibû lidarxistin, nûnertiya tevahî sûriyeyan nake.

27 sibat, 2025   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ya ku roja sêşemê li Şamê hatibû lidarxistin, mîtîngek bi dirûşma "Na ji siyasetên înkar, dûrxistin û paşguhkirinê re, erê ji komara demokratîk a Sûriyeyê re" li dar xist.

Bi sedan şêniyên Hesekê, Hol, Şedadê, Erîşe, Til Temir, Dirbêsiyê, koçberên Serêkaniyê û Efrînê beşdarî mîtîngê bûn ku li Çerxerêya Kenîsa ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan Xalid bal kişand ser zilm, paşguhkirin û siyasetên dûrxistinê ku pergala baviksalar li dijî jinan dimeşîne.

Bêrîvanê qala berxwedan û têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got jinan bi têkoşîna xwe cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girtiye û pergala baviksalar diguherînin.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku bi rûxandina rejîma Baasê re hêviyên jinên sûriyeyî yên jiyaneke birûmet û azadî û aştiyê zindî bûn û got: "Lê hikumeta heyî di vê demê de ku em 8’ê Adarê pêşwazî dikin, jinan ji avakirina Sûriyeyeke adilane û demokratîk dûr dixe."

Bêrîvan Xalid got kongreya ku li Şamê hatibû lidarxistin nûnertiya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake.

Bi navê pêkhateya Ereb endama Kongra Star Zehra El Elî axivî. Zehrayê "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ya li Şamê şermezar kir û got pêkhate, ol, bawerî û hêzên demokratîk ên ku bi hev re bi hezkirin û aştî dijîn, paşguh kirin. Zehrayê diyar kir ku kongre nûnertiya îrade û hêviyên gelê Sûriyeyê nake.

Endama Yekitiya Jinên Suryan Meryan Melkê jî diyar kir ku kongreya li Şamê hatibû lidarxistin nûnertiya pêkhateyên herêmê nake.

Bi navê pêkhateya Ermen Mehrîk Kerkês jî xwest kongreyeke nîştimanî were lidarxistin ku tevahî sûriyeyî tê de amade bin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

QAMIŞLO

Şêniyên bajar û gundewarên Qamişlo û endamên saziyên Rêveberiya Xweser jî bi heman armancê li Stada Şehîdên 15’ê Adarê kom bûn û daxuyaniyek da.

Serokê qebîleya Tey li Sûriyeyê Hesen Ferhan Ebdurehman bi zimanê erebî, rêvebera Kongra Star Îbtîsam Hisên bi zimanê kurdî û bi zimanê Suryanî endamê Partiya Yekitiya Suryan Mîlad Kors, bi zimanê ermenî endamê Partiya Yekitiya Ermen Buhar Xecadoriyan daxuyanî xwend.

Di kombûnê de pankartên “Na ji siyasetên înkar, paşguhkirin û înkarê re", "Erê ji komara demokratîk a Sûriyeyê re", "Kongreya Nîştimanî nûnertiya me nake" û "Paşguhkirin û dûrxistina Kurdan berdewama siyaseta Baasê ye", "Bi hev re ji bo mîsogerkirina mafên tevahî sûriyeyan" hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata heyî ya Şamê siyasetekê dimeşîne ku dûrî armancên şoreşa Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata heyî kongreyeke nîştimanî li dar xist ku pêkhateyên herêmê nehatin beşdarkirin.

Hate gotin: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çeçen Çerkes, misilman, xiristiyan û êzidî siyasetên dûrxistin û kongreya li Şamê û encamên wê red dikin. Biryarên kongreyê me eleqedar nakin û em ê pêk neynin. Em teqez dikin ku kongre û civînên bi vî rengî xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nakin û hêviyên wê bi cih naynin.”

(bb)