‛Em dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin’

Ji bo şervanê QSD’ê şehîd Mezahim El Miteyer li bajarê Tirbespiyê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. Beşdarên merasîmê diayr kir ku ew li ser soza xwe ya dewamkirian têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê ne.

‛Em dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin’
‛Em dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin’
‛Em dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin’
‛Em dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin’
27 sibat, 2025   16:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD’ê şehîd Mezahim El Miteyer (Rudî Xiwêtile) merasîmeke xiyabî li gundê Xiwêtile yê Tirbespiyê li dar xist. 

Şervan Mezahim El Miteyer di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê de di 14’ê Çileyê de şehîd bû.

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha rêvebera Kongra STar Cemîle Hebîb sersaxî da malbata şehîd û got: "Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember şervanên li eniyên şer ditewînin. Em li ser soza xwe ya me daye şehîdan e û em ê heta serkeftinê tê bikoşînin."

Fermandarê QSD’ê Dilbirîn Ferho soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da û diyar kir ku yekitiya pêkhateyan têrê dike ku dagirker werin têkbirin.

Apê şehîd, Mezahim Hisên Ayid jî got: "Em dev ji rêça berxwedan û têkoşînê bernadin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(fr)

ANHA