Xelkê Şengalê: Em dixwazin rewşa Rêber Apo bizanibin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meclisa Gel ya Mêdibanê, Yekitiya Ciwanên Ereb û Hêzên Parastina Herêmê yên li sînorê Şengalê bi daxuyaniyek xwest ji bo rewşa Rêber Abdulah Ocalan were zanîn hevdîtin pêk were.

Xelkê Şengalê: Em dixwazin rewşa Rêber Apo bizanibin
7 kanûn, 2023   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber meclisa jinan a navçeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek bi beşdarbûna hemû endamên sazî û dezgehên navçeya Sinûnê û gundewarên wê da.

 Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hat dayîn.

Şemê Remo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser lîstikên dagirkeran ên li ser Îmraliyê û wiha got: “Destpêkê hewl dan Rêber Apo jehrî bikin, piştre gotin agir bi Îmraliyê ketiye. Niha jî dibêjin erdhej li Îmraliyê çêbûye. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku di demeke nêz de hevdîtin pê re kirin, riya hevdîtina bi malbat û parêzeran re vekin.”

Meclisa Gel ya Mêdibanê, Yekitiya Ciwanên Ereb û Hêzên Parastina Herêmê yên li sînorê Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurdistanê re çareseriya siyasî’ de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku beriya çend rojan erdhej li nêzîkî Girava Îmraliyê pêkhat û vê yekê jî fikar û gumanên gel yên di derbarê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de zêde kir.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke hêzên YJŞ, Tevgera Ciwanan û Meclîsa Jinê ya Şengalê daxwaza zelalkirin û diyarkirina rewşa Rêber Ocalan dikin. Em tenê daxwaza diyarkirina rewşa tenduristiyê nakin, em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin ku heta digihijin vê daxwazê jî çalakiyên me wê berdewam bin.