Daristanên Lubnanê dişewitin

Di 48 saetên dawîn de li gelek deverên Lubnanê agirbest bi daristanan ketin. Hewldanên kontrolkirina şewatan dewam dikin.

Daristanên Lubnanê dişewitin
11 mijdar, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28 saetên dawîn de li gundên herêma Xirûb a Şewf, herêma Cizîrn û Rîhan ên navçeya Cizîn, herêmên Şihîm, Dareya, Metla, Hesrût, Zarûriye, Xebatiye, Aray û Bekasînê agir bi daristanan ket.

Duh bi şev jî li daristanên Şedrayê şewatên berfireh derket. Şewat ji aliyê Tîmên Parastina Sivîl, artêşê û şêniyan de hatin kontrolkirin.

Wezîra Jîngehê ya Lubnanê Tamara El Zên diyar kir ku piraniya şewatan ji ber destwerdanên mirovî yên bi zanebûn an ne bi zanebûn çêbûne û destnîşan kir ku ba jî dibe sedema belavbûna şewatan lê ne sedema bingehîn e.

Tamara El Zên got, êrişên Îsraîlê sedema şewatên li taxên Cermiq, Mehmûdiye, Îşiye û Rîhan in û ev agahî li ser li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir "Dijmin li başûrê Lubnanê zêdetirî 8 hezar û 700 donim zeviyên çandiniyê û daristan şewitandin. Her wiha cismên şewitandinê avêtin daristanan, di encamê de felaketa jîngehî zêdetir bû."

Wezîra Jîngehê banga piştevaniya Tîmên Parastina Sivîl kir.

(bb)