Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk (Elaa Nûredîn Saqid).

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Birûsk
8 sibat, 2025   14:23
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Birûsk (Elaa Nûredîn Sadiq) ku 27’ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, konê taziyeyê danî.

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya û meclisên gel îro berê xwe da konê sersaxiyê ku li bajarê Reqayê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Mihemed Nûr El Elî sersax ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştre endama Meclisa Şehîd Elî El Negizî Buşra Qewas bi navê şêniyên bajarê Reqayê axivî. Buşra piştî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em şehîdên xwe bi rêzdarî û hirmet bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehîdên ku ku ji bo parastina welatê xwe fedakarî kirin, bûne sembola berxwedanê."

Buşra Qewas diyar kir ku dê bi yekdestî li dijî dagirkerî û hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk bisekinin û rêya şehîdan bidomînin.

Pişte wesîqeya şehadetê ya şehîd Birûsk hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" bi dawî bû.

(bb)

ANHA