’Di 2024’an de li Başûrê Kurdistanê 48 jin hatin qetilkirin’

Li gor amarên nefermî yên Kampanya Li dijî Kuştina Jinan, di sala 2024’an de 48 bûyerên kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin. Her wiha herî zêde bûyerên kuştina jinan li Hewlêrê rû dane ew jî 18 bûyerin.

’Di 2024’an de li Başûrê Kurdistanê 48 jin hatin qetilkirin’
8 sibat, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

 Kampanya Li dijî Kuştina Jinan bi civînek çapemeniyê amarên nefermî yên kuştinên jinan ên sala borî li Herêma Kurdistanê rû dane, eşkere kir.

Li gor amarên nefermî yên Kampanya Li dijî Kuştina Jinan, di sala borî de li Başûrê Kurdistanê 48 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin. Rêjeya herî zêde li parêzgeha Hewlêrê bû.

Rêjeya kuştinên jinan li gor bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê wihane; Li parêzgeha Hewlêrê 18 bûyer, li parêzgeha Silêmaniyê 13 bûyer, li parêzgeha Dihokê 6 bûyer, li parêzgeha Kerkûkê 3 bûyer, li Îdareya Zaxo 1 bûyer, li Îdareya Raperîn 3, li Îdareya Germiyan 2 bûyer, li navçeya Koye 1 û li Xurmato jî 1 bûyer.

Di rapora Kampanya Li dijî Kuştina Jinan de hat diyarkirin ku ji destpêka îsal ve heta 8’ê Sibatê ango îro 8 bûyerên kuştina jinan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Hat gotin ku piraniya kujerên jinan nehatine girtin.

Kampanya Li dijî Kuştina Jinan ji 12 rêxistinên jinan pêktê navên wan jî evin; Rêxistina Ronakbiriya Ragihandin û ronakbîriya Jinan, Rêxistina Hawkariya Yasayî ya Jinan, Rêxistina Xelk ji bo Geşepêdan, Rêxistina Asude, Rêxistina Rewşenbîrî û Komelayetî ya Xanzad, Rêxistina Step, Rêxistina Sîd, Navenda Pêşxistina Demokrasî û Mafê Mirov, Rêxistina Dabîn, Rêxistina pêşxistina Mirov û Yekitiya Parlementerên Kurdistanê.