Xelkê Qamişloyê îro jî çalakî li dar xist

Ev heftehyeke xelkê bajarê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî, çareserkirina pirsgirêka bilindbûna buhayan û qutkirina ceyranê li qadan ne.

Xelkê Qamişloyê îro jî çalakî li dar xist
Xelkê Qamişloyê îro jî çalakî li dar xist
Xelkê Qamişloyê îro jî çalakî li dar xist
Xelkê Qamişloyê îro jî çalakî li dar xist
28 hezîran, 2026   13:39
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê tevl dikandaran, bi daxwaza başkirina rewşa debarê, çareserkirina pirsgirêkên bilindbûna buhayan û qutbûna ceyranê li qada Xerbî çalakiyek protestoyî li dar xist.

Çalakvanan pankartên bi doza dîtina çareseriyên bi lez ji pirsgirêkên jiyanî, peydakirina ceyranê û bilindbûna buhayan hildan û dirûşma berz kirin.

Çalakvanan diyar kirin ku bilindbûna bihayê kel û pelan, qutbûna kehrebeyê bandoreke neyînî li jiyana wan û karê wan ê rojane dike.

Ev hefteyek xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî li qadan ne.

(sb)

ANHA