Komîteyek ji bo rewşa xwendevan û mamosteyên Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye avakirin

Çavkaniyên agahdar anîn ziman ku komîteyek ji bo lêkolînkirina rewşa xwendevan û mamosteyên Rêveberiya Xweser ên li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Efrînê hatiye avakirin.

Komîteyek ji bo rewşa xwendevan û mamosteyên Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye avakirin
28 hezîran, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên agahdar ji ajansa me re gotin, komîteyek ji bo rewşa xwendevan û mamosteyên meteryalên Rêveberiya Xweser lêkolîn bike hatiye avakirin.

Ji bo xwendevan xwendina xwe bidomînin û mamoste jî dest bi dewama xwe bikin, komîteya hatiye avakirin dê lîsteya hejmara wan derbixe.

Li Şêxmeqûsd û Eşrefiyê 13 dibistan hebûn; 3 dibistan ên Rêveberiya Xweser bûn û 10 dibistanên hevbeş ê hikûmeta demkî û Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Şêxmeqsûd. Derdora 25 hezar xwendevanan li van dibistanan dixwendin. Ji wan 4 hezar xwendevanan li dibistanên Rêveberiya Xweser û Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Şehîd Zozan Yûsif dixwendin.

Li Efrîn jî 318 dibistan hebûn ku zêdetirî 50 hezar xwendevanan liê dixwendin. Hejmara mamosteyan li Efrînê 3 hezar û 712 mamoste bûn. Her wiha 500 xwendevan li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ku ji 11 beş pêk dihat, dixwendin.

Zanîngeha Efrînê ku ya yekemîn li herêmên Rêveberiya Xweser bû, di sala 2015‘an hat vekirin. Zanîngeha Efrînê ji 6 fakûlteyan; bijîşkî, endazyara kehromîkanîk, ragihandin, aborî, çandinî û wêjeya kurdî pêk dihat. 51 pispor û derdora 20 karmendan hebûn û 469 xwendekaran lê dixwewndin.

(np)

ANHA