Rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan tê paqijkirin

Wekî gava yekemîn a vegera koçberan li warê xwe, xebatên paqijkirina rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan dest pê kirin.

Rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan tê paqijkirin
Rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan tê paqijkirin
Rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan tê paqijkirin
Rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji mayînan tê paqijkirin
28 hezîran, 2026   13:27
HESEKÊ

Tîmên rakirina mayînan ji bo vekirina rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê li ber çûn û hatina welatiyan û vegera koçberan a ser warê wan, xebatên xwe yên rakirina mayînan didomînin.

Beriya çend rojan tîmên pispor xalên ku mayîn lê hatine dayîn, destnîşan kirin.  Xebatên rakirina mayînan ji El Esediyê ve dest pê kir.

18‘ê Hezîranê endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Mustefa Ebdî ji ajansa re diyar kiribû ku ji bo rakirina mayînan û vekirina rê li pêşiya vegera koçberan, komîteya pispor hatiye avakirin. Ebdî gotibû, rêya Til Temir-Serêkaniyê û rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê di demên dawîn de hatin vekirin, lê ji ber belavbûna mayînan tevgera çûn û hatinê li ser van rêyan tune ne.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, zêdetirî 80 hezar koçber li bende ne ku li gorî peymana 29‘ê Çileyê, bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.

(sb)

ANHA