Xelkê Qamişlo: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  pêk bê

Şêniyan destnîşan kir ku divê êdî dewleta Tirk li hember banga “Aştî û Civaka Demokratîk” gavan bavêje û gotin “Bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re em ê ji nûve bizanin ku pêvajo dimeşe.

Xelkê Qamişlo: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  pêk bê
15 gulan, 2025   09:54
QAMIŞLO

Beşdarên merasîma sersaxiyê yên kadroyên pêşeng ên (PKK) Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku 14`ê Gulanê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û negavavêtinên dewleta Tirk li hemberî wê ji ANHA`yê re axivîn.

Rebîaa Qewas diyar kir ku pêwîste dewleta Tirk li hemberî banga Rêber Abdullah Ocalan û gavên ku ji aliyê PKK`ê ve hatine avêtin gavan bavêje û wiha got: “Serokê me yê hemû gelan e, em dixwazin Serokê me azad bibe û di nav me de jiyan bike. bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê wê demê nûvra zanbin ku pêvajoya heyî dimeşe.”

Ebdulhelîm Iko jî da zanîn ku dewleta Tirk xwest bi destpêkirina vê pêvajoyê xwe ji hêzên hegemon biparêze û wiha anî ziman: “Ji bo riya li ber aştiyê vekin, berê xwe dane Rêber Apo.” Ebdulhelîm Iko destnîşan kir ku ew ê her li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan bin û têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve bidomînin.

Îbrahîm Kûsa jî diyar kir ku ev 26 sal in Rêber Abdullah Ocalan li Îmralî hatiye ragirtin, gelek zext, sîstema îşkence û qirkirinê li dijî wî hatiye meşandin, niha jî divê serbest were berdan û wiha got: “Heta ku em hebin em ê li pey fikra Rêbertî bin, Rêbertî navê me û navê Kurdan bi dinyayê da nasîn.

(ekib)

ANHA