Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kirin ku Netanyahu rageşiyê didomîne da ku ji aloziyên xwe yên navxweyî bireve. Hate gotin, Qeterê jî bi rêya peymanên stratejîk ên li gel Washingtonê  bandoriya xwe ya herêmî pêş bixe. Li başûrê Asyayê jî şerê Hindistan û Pakistanê jî veguherî qada ceribandina çekên hêzên rojavayî û rojhilat.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
15 gulan, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser rageşiya li Xezayê û siyasetên serokwezîrê Îsraîlê Bejnamin Netanyahu, tevgerên siyasî û dîplomasî yên Qeter û DYA`yê, her wiha rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê de.

NETANYAHU DEMKÎ DIREVE PÊŞ

Rojnameya El Eyam îşaret bi vê yekê kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nikare tevgera xwe ya bejahî li Xezayê bidomîne û sedema vê yekê jî spart zêdebûna bêçarebûna siyasî û leşkerî ya Îsraîlê. Li gorî rojnameyê, Netanyahu ji şer direve û şer li hundirê welêt bikar tîne da ku hem civaka Îsraîlî û hem jî ya navneteweyî şantaj bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu hewl dide ku destkeftiyên mûzakereyan an parastina siyasî ji her senaryoyek muhtemel a îstifakirinê bi dest bixe. Hate diyarkirin ku ev yek di demekê de tê kirin ku Washington ber bi projeyek nû ya Rojhilata Navîn ve diçe ku li ser bingeha aramiyê ye ne li şûna mantiqa şer be, da ku xizmeta berjewendiyên xwe yên abori yên demdirêj bike.

PEYMANÊN BI ZÊDETIRÎ 1 TRÎLYON DOLARÎ: SERDANA TRUMP ROLA SIYASÎ YA QETERÊ DI NAKOKIYÊN NAVNETEWEYÎ DE XURT DIKE

Rojnameya El Ereb  jî serdana Serokê Amerîkayê  Donald Trump bo Qeterê nirxand. Hate diyarkirin ku  di serdanê de Washingtonê bi Dohayê re peyman bi zêdetirî 1 trîlyon dolarî hatin îmzekirin ku wekî  mezintirîn hevkariya aborî li  hate destnîşankirin.

Li gorî rojnameyê; ev peyman "pozîsyona siyasî ya Qeterê wekî lîstikvanekî herêmî yê bi bandor di rêveberiya nakokiyan de xurt dike.

Rojnameyê ku cih daye nirxandinên çavdêran diyar kir ku "Doha van peymanan wekî veberhênanek siyasî ya demdirêj dibîne, nemze ku serokê Amerîkayê siyaseta derve ya welatê xwe li ser bingeha mentiqa vegera rasterast ji nû ve dizayn dike."

’ÇÎNÊ DI ŞERÊ HINDISTAN Û PAKISTANÊ DE HÊZA XWE YA LEŞKERÎ DICERIBÎNE’

Rojnameya Şerq El Ewsat di weşana xwe ya vê sibehê de bal kişand ser rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de. Rojnameyê diyar kir ku New Delhiyê ragihand ku  wê di bersiva êrişên bi dronan û mûşekan de, pergaleke parastina hewayî ya Pakistanî ku dibe ku tîpa HQ9 a Çînî be li bajarê Lahorê rûxandiye.

Rojnameyê ragihand ku "Hindistanê di êrişê de dronên xwekuj ên Harpy yên Îsraîlê bi kar anîne, di heman demê de Pakistanê jî bi balafirên şer ên J10C yên Çînî bersiv daye. Pakistanê îdia kir ku sê balafirên şer ên Rafale yên Fransî yên aidî Hindistanê xistine xwarê. Lê Parîsê piştrast kir ku tenê yek ji wan hatiye xistin."

Li gorî rojnameyê " Ev rageşî qadeke ceribandinê ji bo çekên rojavayî û Çînî eşkere kiriye. Ev jî nîşaneya zêdebûna pêşbaziya cîhanî di çekên pêşketî û entegrekirina zekaya çêkerî de li qada şer e."

(bb)