Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir

Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ferec El Nasir.

Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ferec El Nasir
19 kanûn, 2023   16:27
MINBIC

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ferec El Nasir bûn ku li gundê Cib El Neşame yê navçeya Ebû Qelqel a Minbicê li dar ket.

Şehîd Ferec El Nasir 17`ê Kanûnê di êrişeke li Minbicê de şehîd bûbû û duh li goristana şehîdan a Minbicê hatibû veşartin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Ebû Qelqel Fatme El Ehmed axivî û got: “Şehîd, lehengên vî welatî ne ku di oxira parastina wî de canê xwe feda kirin. Minbic, bi wan serbilind e."

Fatme wiha domand: "Ji vir em ji dijminên mirovahiyê û azadiyê re dibêjin, her çend dagirkerî hewl bide vîna me bişikîne lê nikare, ji ber ku têkoşîna me li ser şopa şehîdan ji bo pêkanîna azadiyê, berdewam e.”

Endama Meclisa Navçeya Ebû Qelqel Cewahir Ebdulezîz jî fedakariyên gelê herêmê û berxwedana wî li hember êrişên dewleta Tirk, DAIŞ`ê û hikumeta Şamê silav kir û wiha domand: "Bi şehîdan, hêza me xurttir dibe. Her şehîdek, ji bo me minaret û çirûska azadiyê û demokrasiyê ye. Em serî ji dagirkeran re natewînin. Soz didin ku şopdarên şehîdan bin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê ya şehîd Ferec El Nasir hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA