′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′

Bijîşkan diyar kir ku hişbir parastina laşê mirov lawaz dike û rûbirûyî nexweşiyan dihêle. Bijîşkan bang li xelkê kir ku hevgirtina xwe bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xurt bikin û hewldanên xwe yên xelasbûna ji vê pandemiyê zêde bikin.

′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
′Hişbir nexweşiyan bi mirov re çêdike′
19 kanûn, 2023   16:51
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên hişyariya xeteriyên hişbirê li ser ferd û civakê de Kongreya Îslama Demokratîk bi sernavê ′Zirarên hişbirê û bandorên wê li ser civakê′ li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê panelek li dar xist.

Panel li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdariya xelkê navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Di panelê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo li ser xeteriyên hişbirê di têkbirina mozaîka civakê de axivî û wiha got: "Piştî dewletên dijberî Kurdistanê di pêkanîna destkeftiyan de bi rêya şeran bi bin ketin, berê xwe da rêbazên şerê taybet, mîna belavkirina hişbirê li herêmê, da ku mozaîka civakî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev bikin."

Şêxo wiha domand: "Berpirsiyariya yekemîn dikeve ser milê malbatê, ew di perwerdekirina zarokên xwe de bingeh e da ku wan ji dûrxistina vê pandemiyê bi dûr bixin. Ji ber ku li ser wan xetere ye."

Li ser nêrîna îslama ji vê pandemiyê re, serokê Saziya Olê ya Dirbêsiyê Hec Elî Xelîl axivî û wiha got: "Ola îslamê û olên din bikaranîna hişbirê yan jî bazirganiya wê heram kir. Ji ber ku bandorên wan li ser mirov karesat in; mirov nikare xwe kontrol bike û kiryarên dike nizane."

Bijîşk Omer Marado û bencker Welat Ferhan ê ji kadroya tibî ya nexweşxaneya Zaw Sing li Til Temirê behsa bandorên neyênî yên hişbirê li ser tenduristiya mirov kir û got hişbirê parastina laşê mirov lawaz dike û dihêle rûbirûyî nexweşiyan be û bang li xelkê herêmê kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevgirtî bin û hewldanên xwe yên xelasbûna ji vê pandemiyê zêde bikin.

(fr)

ANHA