Xelkê Hesekê: Mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin

Xelkê bajarê Hesekê gotin ku naskirina zimanê kurdî mafekî wan ê bingehîn e û dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binîvsînin.  

Xelkê Hesekê: Mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin
25 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî, didome. 

Ezîze Abdullah girêdana xwe ya bi zimanê dayîkê ve anî ziman û got: "Zimanê kurdî nasname û hebûna gelê Kurd e. Em kurd in, divê em bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin. Me bi salan ji bo ziman û mafên xwe têkoşîn kir. Berê zimanê me qedexe bû ku em pê baxivin. Em nema qebûl dikin ku têkevin vê rewşê de. Em bi zimanê xwe ve girêdayî ne, ji ber ew parçeyekî girîng ê nasnameya me ye. Em wekî gelê Kurd çima her tim mafên me wenda ne? Me li şûna hemû cîhanê li hemberî DAIŞ`ê şer kir û gelek herêm ji wan rizgar kirin. Em dixwazin zimanê me were naskirin, eger hebûna zimanê min ê dayîkê tune be wê demê hebûna me jî nîn e. Bila zimanê me di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî û hemû dîlên me serbest werin berdan."

Hazal Dawûd jî got: "Mafê min e ez bi zimanê xwe baxivim, binîvsînim û bixwînim. Bila zimanê me bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê. Zimanê kurdî, nasname û hebûna me ye. Piştî entegrasyonê em dixwazin bi zimanê xwe ne bi zimanekî dîtir bixwînin. Eger li Sûriyeyê zimanê kurdî bû zimanekî fermî dê li dewletên dîtir jî zimanê kurdî nas bikin. Êdî dê gelê Kurd bi zimanê xwe bixwînin û aliyê çandî û civakî de zimanê xwe bidin bikaranîn."

Neşmiye Derwîş ji bo girîngiya zimanê kurdî wiha got: "Divê zimanê kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî. Bila li dibistanan kurdî bixwînin û meteryal jî bi zimanê kurdî werin amadekirin, da ku zimanê kurdî bibe parçeyek ji sîstema perwerdeyê ya Sûriyeyê."

(np)

ANHA