Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya YPJ’ê rêzeçalakiyan li dar dixe

Tevgera Hîlala Zêrîn dê di çarçoveya kampanyaya “Em Hemû YPJ Ne” de, bi çalakiyên hunerî berxwedan û destkeftiyên YPJ’ê nîşan bide û li Rojava konser, şano û pêşangehên wêneyan li dar bixe.

Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya YPJ’ê rêzeçalakiyan li dar dixe
25 gulan, 2026   07:40
QAMIŞLO

26’ê Nîsanê (2026), Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava bi dirûşma “Em Hemû YPJ Ne” kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) da destpêkirin. Heta niha gelek çalakiyên cûrbicûr hatine lidarxistin. Her wiha ji cîhanê û Rojhilata Navîn gelek kesayet û tevgerên jinan piştgiriya xwe bi YPJ’ê re nîşan da. 

Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava jî dê bi çalakiyên hunerî beşdarî kampanyayê bibe.

Hîlala Zêrîn dê çalakiyên konser, pêşandana şano û pêşangehên wêneyan li dar bixe. Di van çalakiyên hunerî de dê jiyana şervanên YPJ’ê, têkoşîna YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê, destkeftiyên YPJ’ê bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane qezençkirin bê nîşandan.

Di çarçoveya van çalakiyên de, dê li bajarê Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Dêrikê konser werin dayîn.

Li bajarê Qamişlo û Hesekê dê şano bên pêşandan û pêşangeha wêneyan bê lidarxistin.

Dê piştî Cejna Qurbanê rojên çalakiyan bên diyarkirin.

Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew dixwazin di aliyê hunerî de destkeftiyên YPJ’ê nîşan bidin û wiha axivî: “Mijar ne tenê mijarek leşkerî ye, YPJ hêz û hebûna me ye. Parastina YPJ’ê parastina jinan e. Ji bo me parastina YPJ’ê parastina destkeftiyên jinê û şoreşê ne. Eger jin xwe neparêz e, civak jî nikare xwe biparêz e. Em dixwazin di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de mafê jinê di makezagonê de mîsoger bibe. Ev jî mafekî me yê rewa ye. Em tenê daxwaz nakin, em ê ji bo vê tê bikoşin”.  

(bî)

ANHA