Xelkê Hesekê ji ber rabûna lehiyê çareseriyê dixwazin

Şêniyên bajarê Hesekê yên ku malên wan ji ber lehiyê zerar dîtine xwestin kanalên avê werin çêkirin.

26 adar, 2026   11:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ava çemê Xabûr ji ber barîna zêde ya baranê bilind bû û lehî rabû. Li taxên Neşwa rojhilat, Xiwêran û Mirîdyan ên Hesekê û bajarê Til Temirê malên nêzî çemê Xabûrê di bin avê de man û gelek ziyan dîtin.

Şêniyên ji taxên di bin avê de man li ser rewşa xwe ji ajansa me re axivîn û daxwaza çareseriyeke daîmî kir.

Şêniyê bi navê Îsmaîl El Dexîl ê ji taxa Neşwa ya rojhilat got :"Em hîna avê ji malên xwe derdixin. Me gelek ziyanên madî dîtin. Ev bi sala ye ku me nedîtibû ew qasî baran bibarî û lehî rabe. Malên gelek malbatan xirab bû û her tiştên malên wan di bin avê de man. Em ji çemê Xabûr ditirsin. Dema ku baran bariya em nîvê şevê ji malên xwe derketin. Em tirsiyan lehî rabe û zarokên me li ber biçin."

Şêniyê bi navê Ebdulezîz El Salih ê ji heman taxê ye anî ziman ku av ketiye malên wan û wiha got: "Di lehiyê de dîwarên malên me qelişîn. Her tiştê me di bin avê de man. Em neçar man ji malên xwe derbikevin. Ev ne cara yekeme ku av dikeve malên me. Em ji aliyên têkildar dixwazin ku bi malbatên ji ber lehiyê ziyan dîtine re bibin alîkar. Pêşniyarê dikin ku rê li pêşiya çemê Xabûr vebikin da ku av biherike û bikeve bendavê. Satirên axê li her du aliyên çem rabikin û êdî av nema biherike."

Du hefteyên borî de li bajarên Hesekê asta ava çemê Ceqceq bilind bû lê belê av neket malên xelkê.

Werşeyên Şaredariya Gel a Hesekê di nava tevgerê de ne, satirên axê radikin û rê li pêşiya avê vedikin da ku biherêkê û nekevê malan de.

Dema ku baran bariya li  gundewarên Hesekê yên bakur, başûr û rojava lehî rabûn li herêma Til Hemîs, Til Birak û Şedadê jî gelek mal di bin avê de man û ziyanên madî yên mezin çêbûn.

(np)

ANHA