DYA'yê behsa dan û standinan kir, lê Îran red kir

Şerê di navbera Washington û Tel Avivê li aliyekî û Tehran li aliyekî din de dewam dike. Daxuyaniyên ku der barê rawestandina şer de derketine, nakok in. Trump ragihand ku Îranê lihevkirin çêbibe, lê Tehranê diyar kir ku tu dan û standin tune ne.

DYA'yê behsa dan û standinan kir, lê Îran red kir
26 adar, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl û Amerîka li aliyekî û Îran li aliyekî din dewam dike. Der barê hewldanên bidawîkirina şer de daxuyaniyên bi nakok derketin.

Serokê DYA'yê Donald Turmp ragihand ku rayedarên Îranê dixwazin lihevkirinekê pêk bînin ku dawî ji şer 4 hefte dewam dike bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqcî jî anî ziman ku welatê wî pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê dinirxîne, lê got, niha dan û standinên ji bo rawestandina şer tune ne

Artêşa Îsraîlê îro (Pêncşem 26 Adar 2026) ragihand ku bajarê Asfehanê jî di nav de êrişên berfireh li gelek deverên Îranê pêk aniye. Artêşê her wiha da zanîn ku pergala wê ya parastina hewayî mûşekên ku Îranê diavêjin Îsraîlê asteng dikin û li gelek herêman sîrenan li dan.

Hate ragihandin ku Îranê li dijî tevgereke leşkerî ya muhtemel a Amerîkayê ya ji bo kontrokirinê wê, parastina xwe li girava Xerec a stratejîk xurt kiriye û pergalên parastina hewayî bi cih kiriye.

Di encamê şer de bihayê petrolê zêde bûye û bazirganiya cîhanê paşketiye. Metirsî hene ku sotemenî û rêyên dabînkirina wan kêm bibin.

(bb)