Merasîma cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Amedê bê lidarxistin

Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10'ê Adarê de li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, dê sibê li Navenda Çandê ya Amedê bê li darxistin. Piştî Merasîmê cenaze dê ber bi Rojava ve were oxirkirin.

Merasîma cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Amedê bê lidarxistin
26 adar, 2026   11:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, dê îşev derbasî Amedê bibe. Saziyên ziman û çandê, enstîtu, wêje, PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DEM Partî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes dê sibê ji bo helbesvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma cenaze li dar bixin.

Merasîma cenaze sibê saet 11.00'an de dê li ÇandAmedê bê lidarxistin û piştî merasîmê dê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bînin Rojava.