Xelkê Girkê Legê: Mîsogerkirina mafên pêkhateyan bingeha edalet û aramiyê ye

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir bi garantîkirina mafên hemû pêkhateyan dê edalet û wekhevî pêk werin û jiyana hevbeş xurt bibe.

Xelkê Girkê Legê: Mîsogerkirina mafên pêkhateyan bingeha edalet û aramiyê ye
29 gulan, 2026   08:00
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Şêniyên bajarê Girkê Gelê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku divê Sûriyeyeke nû li ser esasê edalet û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de were avakirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Hesawî diyar kir ku pêkhateya Ereb piştgiriyê dide tevahî mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Kurd û got: "Kurd ji hezaran salan ve li herêmê dijîn. Divê hikumeta demkî tevahî mafên wan ên destûrî nas bike. Ev jî jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de xurt dike."

Şêniyê bi navê Beşîr Elî yê Kurd jî da zanîn ku gelê Kurd gelekî esas ê welat e, divê mafên wî di destûra Sûriyeyê de werin naskirin. Her wiha anî ziman ku naskirina van mafan di destûrê de dê li ber zilmê bigire û bibe sedema xurkirina aramiyê li welat.

Amir Qasim jî da zanîn ku Sûriye bi pirrrengiya xwe ya neteweyî û çandî tê naskirin û şoreşa Sûriyeyê li dijî siyaseta yekreng dest pê kir.

Amir Qasim got Kurdan di salên şoreşê de bedelên mezin dane, lewre divê mafê wan ê ziman were naskirin.

Qasim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêya herî guncaw a avakirina Sûriyeyeke aram û demokratîk beşdariya tevahî pêkhateyan di avakirina siberoja welat de ye ku tevkariya rasteqîn a li ser esasê hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî mîsoger bike.

(bb)

ANHA