Endamên Tevgera Çand û Hunerê ji bo parastina ziman banga yekitiyê kir

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Dêrikê diyar kir ku zimanê kurdî nasname û hebûna neteweyî ya gelê Kurd e û xwest tevahî mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin naskirin.

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ji bo parastina ziman banga yekitiyê kir
29 gulan, 2026   04:10
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Dêrikê ku ji ajansa me re axivîn, xwest zimanê kurdî û tevahî mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û got divê siyasetên paşguhkirinê werin bidawîkirin.

Şivan Cizîrî anî ziman ku zimanê kurdî hebûn û nasnameya gelê Kurd e û got ziman neteweya her mirovekî ye û bêyî zimanê dayikê tu gel nikare hebûna xwe biparêze.

Cizîrî destnîşan kir ku gelê Kurd di salên dawîn de ji bo parastina ziman û çanda xwe têkoşîneke mezin raber kir û bi hezaran şehîdan dane. Cizîrî diyar kir ku hewldanên qedexekirina zimanê kurdî wê bi ser nekevin.

Şivan Cizîrî xwest mafên gelê Kurd bi temanî di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û ji bo parastina mafên neteweyî û zimanê dayikê banga yekitiyê kir.

Fatima Mihemed jî diyar kir ku zimanê dayikê hebûna dîrokî, çand û nasnameya neteweyan e û wiha domand: “Ne mimkûn e ku mirov behsa hebûna neteweyekê bêyî zimanê xwe bike. Gelê Kurd bi hezaran şehîd dane ji bo parastina maf û zimanê xwe. Her destûreke Sûriyeyê ku zimanê kurdî nas neke dê ne temam be.”

Fatimayê bang li hikumeta demkî ya Şamê kir ku rêzê li pirrengiya neteweyî ya Sûriyeyê bigire û mafên tevahî gelan mîsoger bike.

Mihemed Mehmûd jî da zanîn ku paşguhkirina zimanê kurdî paşguhkirina hebûna gelê Kurd e û got divê rêz li zimanê kurdî were girtin û ji destûra Sûriyeyê neyê dûrxistin. Her wiha îşaret pê kir ku dê nifşên bê fêrbûna bi ziman dayikê bidomînin û têkoşîna ji mafên neteweyî û parastina ziman berdewam bike.

(bb)

ANHA