Mezher Şêxo: Tayînkirinên parlamentoyê berdewama xeta Baasê ye

Endamê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo diyar kir ku tayînkirina endamên parlamentoya Sûriyeyê ji senaryoyên rejîma Baasê cuda nîn e û wekî "şanoyeke komîk" bi nav kir ku dûrî îradeya pêkhateyan e.

Mezher Şêxo: Tayînkirinên parlamentoyê berdewama xeta Baasê ye
29 gulan, 2026   02:50
QAMIŞLO
CAN ELEWÎ

Endamê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo der barê tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) de ku 24‘ê vê Gulanê li parêzgeha Hesekê çêbû, ji ajansa me re axivî.

Mezher Şêxo di destpêka axaftina xwe de tayînkirina nûnerên parlamentoyê bi "şanoyeke komîk" bi nav kir û anî ziman ku ji senaryoyên hilbijartinê yên rejîma Baasê cuda nîn e.

Şêxo got: “Pir şerm e ku di vê qonaxa hesas de, bêyî guhdkirina îradeya gelekî kevnar tayînkirin ji aliyê çend kesên ku îro li Sûriyeyê desthilatdariyê digirin ve were kirin. Pêdiviya Sûriyeyê di vê qonaxê de bi kesên layiq hene ku karibin piştî ewqas salên şoreşê birînên gel derman bikin û welat ber bi aramiya siyasî, aborî û ewlehî bibin û bikaribin gelan bêyî cudabûn bikin yek. Lê tişta ku bûye, guhertineke rasteqîn di şeklê rêveberiyê de nekirine.”

Mezher Şêxo destnîşan kir ku desthilata nû bi rêya îslama siyasî û şovenîst welat bi rê ve dibe, ew jî bû sedema derketina nakokiyên neteweyî û mezhebî di nava pêkhateyên Sûriyeyê de.

Şêxo di dewama axaftina xwe de got: "Gelê Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê hêvî dikir ku guhertinên bingehîn di şeklê rêveberiyê de çêbin, Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ava bibe ku adalet, wekhevî lê hebe û pêkhateyan ji siyasetên dûrxistinê rizgar bike, lê rewşa heyî nîşan dide desthilata heyî bêtir navendî û hişk e, ev yek jî Sûriyeyê ber bi qeyranên mezintir ve dibe."

Şêxo anî ziman ku avakirina wezaretan û nivîsandina destûrê, avakirina artêşê, her wiha tevahî mijarên girêdayî rêvebirina Sûriyeyê, her wiha tayînkirinên vê dawiyê yên parlamentoyê ne rewa ne û got ev hemû ji derveyî îradeya gel çêbûne.

Mezher Şêxo der barê tayînkirinan de anî ziman ku diviyabû 42 kursî ji bo nûnertiya gelê Kurd hatibana veqetandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em 4 kursiyan qebûl nakin. Me nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê nîşan da. Desteya siyasî ya hikumeta demkî ya berpirsa dosyaya entegrasyonê roleke qirêj li herêmê, bi taybetî di mijara entegrasyonê de dilîze."

Şêxo li ser kesên Kurd ên ku hatine tayînkirin jî wiha got: "Em dibînin ku ew hatine xapandin. Ew berê di îtîlafê de bûn û li postan digeriyan."

Şêxo bal kişand ser vê yekê ku Kurd niha li gel hikumeta demkî tên paşguhkirin, maf û hebûna vî gelî li welat nayê naskirin, di mijara entegrasyonê de pêşketinên cidî di gelek dosyayan de çênebûne.

Şêxo her wiha diyar kir ku hikumeta demkî çareserkirina dosyayan li gorî berjewendiyên xwe dereng dixe, dosyaya dîlgirtiyan jî wekî kaxezeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Şêxo anî ziman ku tesmîla gelê Kurd bi 4 kursiyan tenê di parlamotoyê de wê pirsgirêka Kurd çareser neke û ev li gotinên xwe zêde kir:  "Diviyabû beşdar ji rêzên Kurdan dûr neketana û rewatiyê nedane parlamentoyê an hikûmeta demkî ya Sûriyeyê. Tayînkirinên parlamenteran hewldanek ji bo çêkirina parçebûnê di navbera Kurdên li Sûriyeyê de ye û ji bo têkbirina naveroka Konferansa Yekrêziya Kurdan a 26‘ê Nîsana 2015‘an de bû."

Şêxo, tayînkirinên parlamenteran wek komployeke li dijî gel bi nav kir, bang kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdan were avakirin û kongreyek were lidarxistin.

Endamê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: "Ji 14 salan ve em xwedî ezmûneke rêveberiyê ne. Em teqez dikin ku tevî zehmetiyên li pêşiya me jî ezmûna me ya demokratîk ya herî serketî li Sûriyeyê ye. Xeta têkoşînê her tim giran bû, lê em ê heya pêkanîna armancên xwe tê bikoşin."

(bb)

ANHA