Xelkê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku ew ê berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û bang li Rêxistina Efû ya Neteweyî û mafên mirovan kir ku destwerdana yekser di doza Rêber Apo de bikin.

Xelkê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Xelkê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Xelkê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Xelkê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
15 gulan, 2025   16:56
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de şêniyên kantonê, endamên deste û komîteyên Meclisa Rêveber a kantonê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Şêniyan pankartên "Azadiya Rêber Ocalan misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e", "Bi yekitiya gelan em ê li hember faşîsta Tirk li ber xwe bidin û Rêber Ocalan rizgar bikin" û"Bê Serok Jiyan Nabe" hildan.

Meş ji Çerxerêya Helebiye yê gundê Salihiyê dest pê kir û heta bi Şitilgeha Çandiniyê ya li gundê Hesîniyê çû. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Reşa Îbrahîm got tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê li dijî kesayeta wî ye, lê li dijî projeya wî ya fikrî û siyasî ya xwedî çareseriyên ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re ye."

Reşa got: "Ev siyaset ji bo bêdengkirina dengê banga aştî û edaletê dike ye."

Bi navê Desteya Tenduristiyê ya kantonê jî Dr. Mehdiye El Nasir bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) û Meclisa Mafên Mirovan kir ku destwerdana lezgîn di dosa Rêber Abdullah Ocalan de bikin û got: "Pêdiviya qonaxê bi biryarên wêrek û berpirsiyariya dîrokî heye."

Mehdiye El Nasir got Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe ya dawîn de bi zelalî banga aştî û çareseriya demokratîk kir, rêya yekane ya bidawîkirina alozî û pêkanîna îstîqrarê ye.

Meş bi diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA