Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan diyar bûn

HRRK`ê navên xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an aşkera kirin. Îsal bi boneya 5 saliya pêşbirkê, li şûna 3 xelatgiran, 5 helbestvanên hatin xelatkirin.

Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan diyar bûn
Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan diyar bûn
Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan diyar bûn
Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan diyar bûn
29 adar, 2025   13:54
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo ragihandina helbestvanên serkeftî yên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an, li navenda xwe ya li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endamên HRRK`ê Kemal Necim û Enahîta Şêxo daxuyaniya têkildarî mijarê bi kurdî û erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di yekê Çileya 2025`an de bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Îngilistanê, wan wek HRRK cara 5`emîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a Sala 2025’an ragihand û hate gotin: “Diviyabû ku di 10`ê Adarê de deriyê beşdariya pêşbirkê hatibûya girtin, lê ji ber rewşa awarte ya li Sûriyeyê û li Rojava piştî hilweşîna rejîmê, her wiha êşa koçberiya duyemîn ya gelê me yê Efrîn û Şehbayê, komîteya amadekar biryar da ku dema rêkirina berheman heta 20`ê Adarê were dirêjkirin.”

Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan wiha ne:

Helbesta yekemîn: Helbesta bi navê “Bihêle di vê şevê de hebhinarkê” ya helbestvan Fatma Eto.

Helbesta duyemîn: Helbesta bi navê “Roja tu çû” ya helbestvan Dilyar Hebîb.

Helbesta sêyemîn: Helbesta bi navê “Pelên Zemînê” ya helbestvan Sebrî Elî.

Helbesta çaremîn: Helbesta bi navê “Rê” ya helbestvan Aras Mihemed Xêr.

Helbesta pêncemîn: Helbesta bi navê “Sêrebenda Dêrîn” a helbestvan Ayfer Yildizistan.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan cara yekem di sala 2021`an de ji hêla HRRK’ê û bi sponseriyê Komeleya Janê Xelef a Xêrxwziyê li Îngilistanê hate lidarxistin. Di pêvajoya 5 salan de bi sedan ciwan beşdarî pêşbirkê bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin. Di encama pêşbirkan de her sal 3 helbestên têne xelatkirin, lê îsal ji ber sala 5`emîn 5 helbestvanan xelat girtin. 

(sb)

ANHA