DYA’yê USAID fesih kir

Di çarçoveya kêmkirina alîkariyan ji bo derve de, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ajansa Geşepêdanê ya Navneteweyî ya Amrîkayê (USAID) fesih kir.

DYA’yê USAID fesih kir
29 adar, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê fesihkirina Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) ragihand. Hilweşandina USAID’ê di çarçoveya kêmkirina alîkariyên ji bo derve de pêk hat û ji aliyê gelek welatan û rêxistinên mirovî ve nerazîbûn li hember vê biryarê hate nîşandan.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Wezareta Karên Derve û USAID’ê îro kongre agahdar kir erkên ajansê heya 1’ê Tîrmeha 2025’an veguheze wezaretê û erkên ajansên din ên ne li gorî armancên pêşîn ên rêveberiyê betal bikin.

Rubio anî ziman ku USAID ji mêj ve ji peywira xwe ya bingehîn dûr ketiye û got: “Divê bernameyên me yên alîkariya ji bo derve ji nû ve were arastekirin da ku rasterast li gorî armancên baştirîn ên DYA û welatiyên wê be."

Wezîrê karên derve yê DYA’yê de got: "Em bernameyên bingehîn didomînin. Em îstîsmarên stratejîk ên ku hevkariyên me û welatê me bi hêz dikin, didomînin."

Serokê DYA’yê Donald Trump piştî vegeriya Koşka Spî (20’ê Çileyê) qanûnek îmze kir ku li gorî wê alîkariyên DYA’ê yên ji bo derve 90 rojan bicemidîne û beşeke mezin a karmendên ajansan xistin betlaneya îdarî.

Ji ber vê biryarê desteka ji bo gelek rêxistin, komele û saziyên ragihandinê yên li Sûriyeyê û welatên ku penaberên sûriyeyî dihewîne, sekinî.

(bb)