Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarên wê 47 şehîdên mehên Sibat û Adarê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn û şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.

Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Şehîdên mehên Sibat û Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
29 adar, 2025   14:20
AMÛDÊ

Hefteya Lehengiyê ji 21’ê Adarê heta 28’ê heman mehê didome. Di wê hefteyê de şehîd Mazlûm Dogan roja 21`Adarê agir ji bo doza xwe berda bedena xwe. Di 28`ê mehê de jî şehîd Egîd şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo şehîdên mehên Sibat û Adarê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, her wiha ji bo şehîdên Hefteya Lehengiyê merasîma bibîranînê organîze kir.

Di merasîma bibîranê de xelkê Amûdê û gundewarên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, malbatên şehîdan li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn. Beşdaran 47 şehîdên QSD, YPJ, YPJ, HPG’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê bi bîr anîn.

Piştî deqeya rêzgirtinê girtiyê bi navê Ridwan Nesrî yê ji girtîgeha dewleta Tirk a dagirker hatiye serbestberdan, li ser Hefteya Lehengiyê axivî û got: "Ev berxwedan ji girtîgehên dewleta Tirk bi pêşengiya Mazlûm Dogan dest pê kir û dûre li girtîgeha Amedê bi pêş ket. Li wir, ji bo fedakariya doza kurdî û vejandina Newrozê agir berda canê xwe."

Nesrî wiha domand: "Hefteya Lehengiyê bi pêşengiya Mazlûm Dogan ji girtîgeha Amedê dest pê kir û ew têkoşîn heta şehadeta Egîd çû. Îro bi saya fedakariyên wan em beşeke vê tevgerê ne."

Merasîm bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîd û berxwedana wan de, pêşandana wêneyên şehîdên Sibat û Adarê bi dawî bû.

(fr)

ANHA