Xebatkarên tenduristiyê yên li bendava Tişrînê jiyana birîndaran parast

Ekîba tenduristiyê ya li bendava Tişrînê ji bo kesên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar dibin, alîkariyên tenduristiyê pêşkêş dike û birîndaran derman dike.

Xebatkarên tenduristiyê yên li bendava Tişrînê jiyana birîndaran parast
Xebatkarên tenduristiyê yên li bendava Tişrînê jiyana birîndaran parast
Xebatkarên tenduristiyê yên li bendava Tişrînê jiyana birîndaran parast
Xebatkarên tenduristiyê yên li bendava Tişrînê jiyana birîndaran parast
31 ÇILE, 2025   11:54
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ekîbeke bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê, li gel 3 ambulansan, li nuqteya tenduristiyê ya li bendava Tişrînê bi cih bûne û xizmetên tenduristiyê didin çalakvanên li bendavê.

Bendava Tişrînê û herêmên derdora wê ev 55 roj e rastî êrişên tund û berdewam ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên, her wiha her roj bi balafirên bêmirov, balafirên şer û topan jî tê bombebarankirin.

Di encama êrişên rasterast ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser nobedarên li bendavê de, bi dehan sivîl şehîd bûn.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 41 sivîl şehîd bûn û nêzî 245 sivîl jî birîndar bûn.

Endamê ekîba tenduristiyê Dr. Zekeriya Osman diyar kir ku ew pir zehmetiyan dikişînin, ji ber ku artêşa dagirker û çeyên wê bi awayekî rasterast êrişî ekîbên tenduristiyê dikin, her wiha derman û pêdiviyên din ên tenduristiyê jî kêm in.

Li gorî Osman di nuqteya tenduristiyê de 3 bijîşk û 7 alîkar û 3 ambulans hene.

Human Rights Watch (HRW) diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Çileya 2025’an de li bakurê Sûriyeyê êrişek bi balafireke bêmirov li dijî ambulanseke Heyva Sor a Kurd pêk aniye û diyar kir ku ev yek “sûceke şer” e.

Zekeriya Osman diyar kir ku rapora HRW’ê ya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ku xebatkarên tenduristiyê dike hedef, têrê nake û got: "Şerm e ku rêxistinên navneteweyî li hember tiştên ku diqewimin bêdengiya xwe berdewam bikin.”

Zekeriya Osman bang li rêxistinên navneteweyî û tenduristiyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

(k)